Türkan Tosun
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
ANKARA
Radyoya Rîsaletê ya ku ji hêla Serokatiya Karûbarên Diyanetê va hatiye avakirin li 35 bajaran dest bi weşanê kir.
Piştî radyoyên bi navê Diyanet Radyo û Diyanet Kur'an Radyo vê radyoyê jî dest bi weşana xwe kir. Stenbol, Enqere û Îzmir di serî de wê li 35 bajaran weşana vê radyoyê çêbibe û ewê 24 saetan weşanê bike.
Di radyoyê de wê behsa hedîs, sunet, jiyana Pêxember, dîroka îslamê, hîcret, jiyana esra seadetê bê kirin.
Frekansên radyoyê yên li bajaran wiha ne; Li Enqereyê 94.0, li Stenbolê 95.1, li Edeneyê 107.0, li Antalyayê 107.8, li Aydinê 104.8, li Balikesîrê 104.7, li Boluyê 101.8, li Bursayê 97.4, li Çanakkaleyê 105, li Denîzliyê 101.2, li Diyarbekirê 101.9, li Edirneyê 98.8, li Elezîzê 103.2, li Erziromê 106.5, li Eskîşehirê 102.9, li Gazîentabê 107.8, li Hatayê 103.7, li Îzmirê 104.5, li Kahramanmaraşê 98.7, li Qeyseriyê 107.7, li Kocaeliyê 107.9, li Konyayê 98.6, li Meletiyê 100.2, li Manîsayê 107.8, li Mêrdînê 94.3, li Mersînê 105.9, li Muglayê 88.5, li Orduyê 104.8, li Sakaryayê 87.8, li Samsunê 101.3, li Şanliurfayê 95.9, li Sêwasê 102.8, li Tekirdagê 106.7, li Trabzonê 96.7, li Wanê 99.4.
Piştî van bajaran tê texmînkirin ku weşana Rîsalet radyoyê li giştiyê Tirkiyeyê belav bibe.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di bernameya Mewlida Pîroz de anonsa ewil a radyoyê kiribû û gotibû bila ev radyo li ser xêrê be.