ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler, der barê weşana bi kurdî ya ku Ajansa Anadoluyê bi zaravayên kirmancî û soranî dest pê kir de axivî û got: "Ev gav him ji bo mirovên welatê me him jî ji bo mirovên erdnîgariya hawirdora me gaveke gelek girîng e. Bi vê gavê ve dê mirov bi nûçeyên rast û bêalî bên agahdar kirin.''
Guler ji nûçegihanê AAyê re daxuaynd ku ez gelek kêfxweşim ku AA piştî zimanê Tirkî, Îngilîzî, Erebî, Boşnakî û Rûsî niha bi Kurdî jî weşanê dike.
Guler anî ziman ,ez wek wezîrê herêmê jî ev gava ku hat avetin wek gavek rast û bicih dinirxînim û wiha pêde çû: ''Di serî de Gerînendeyê Giştî yê Ajansa Anadoliyê Kemal Ozturk û xebatkarên di vê karî de ked dane pîroz dikim. Înşellah ji bo welat û herêma me jî bi xêr û bimbarek be.''
Guler dûpat kir ku di dîrokê de gelek kesên ji çand û zimanên wan cuda biaştî û aramî li ser vê axê dijîn û wiha got: ''Îro jî bi heman awayî em di nav hizûr û aramiyê de dijîn. Li Mêrdîna ku wekîltiya wê dikim, mirovên ji çandên cuda di nav aramiyê de bi hizûr dijîn. Em van cudahiyan wek dewlemendiya welêt dinirxînin. Mafên herî girîng û sereke yên gel ev in ku bi ziman û zaravayên xwe biaxivin. Me wek hikumeta AK Partiyê van astengiyan bi yeko yeko ji pêşiya gel rakir. Di serdema hikumeta me de di çarçoveya "gavên demokratîk" de verastkirinê girîng hatin kirin. TRT6 û malperek kurdî dest bi weşanê kir. Ji bo xwendekarên ku zimanê wan ên dayikê kurdî ye, di dibistanan de dersa kurdî wek dersa bijarte tê dayîn. Ji bo fêrbûna kurdî destûr dan qursên taybet. Niha di hilbijartinan de jî bi zimanê kurdî wek zimanê propogandayê tê bikar anîn. Di saziyên dewletê de jî ji bo welatiyên ku tirkî nizanin û kîjan zimanî bi kar tînîn bila bi kar bînin alîkarî tê kirin.''
Guler gotinên xwe wiha temam kir: "Ajansa Anadoluyê ku ji avabûna xwe hetanî îro bi nûçeyên rast, bêalî û lezgîn tê nasîn û di nav saziyên bijarte yên navneteweyî de cih digre pîroz dikim. Em bawerin ku Ajansa Anadoliyê dê di demeke kurt de bigihîje armanca xwe ya ji yek 5 ajansê nûçeyan ên dinyayê."