25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
VAN
Sola bi navê "reşik" nêzîkî 600 sal e di nav Kurdan de tê lipêkirin û hosteyekî Wanî ji ber windabûna wê dest avêt vê berhemê û hewl dide vê kevneşopiyê ji nû de vejîne.
Koşkar û hilberînerê solan Mecît Emen, ji aliyekî ve solan hildiberîne ji aliyekî din ve jî hewl dide ku çandeke 600 salî li ser piyan bihêle.
Emen behsa serpêhatiya xwe ya bi "reşik"ê re ji peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re kir û got ku ew dixwazin vê kevneşopiyê derbasî nifşê piştî xwe re jî bikin û hewl bidin ku ev adetê Kurdewariyê neyê jibîrkirin.
- "Em çandeke li ber windabûnê li ser piyan dihêlin"
Emen dibêje ku reşik di zemanên berê de bi destê gelek hosteyan bi şêweyên cuda hatiye çêkirin diyar dike ku, "Ji ber ku di roja me de sektora solan bilez pêş dikeve berhemên herêmî û xwemalî li ber windabûnê ne. Çandeke ku herkesî dest jê berdaye, eleqeyê nîşan nadin em dixwazin ku li ser piyan bihêlin û pêşde bibin."
Hosteyê solan anî ziman ku ew 15 sal e vî karî dike, reşikan hildiberîne û modelên cuda derdixîne holê.
Der barê fêde, qalîte û xusûsetên reşikê de jî Emen wiha agahî dan:
"Reşik zû bi zû narize û avê nagire. Di berfê de jî meriv bi rehetî dikare bixe piyê xwe. Ne welatî tenê, kargeh û otêl jî dikarin vê solê bi armanca tûrîstî biemilînin. Tûrîst pir eleqeyê nîşan didin li Wanê. Herwiha di televizyonan de jî li binê kostuman dikine piyên xwe."
Emen got ew salê 250 reşikan çêdikin û li gor modêlan bihayê wan di navbera 75 û 250 lîreyî de ye.
- "Min 30 salî reşik xiste piyê xwe"
Welatiyê bi navê Mehmet Şirin Aksungurê 80 salî dibêje ku ewî di gencîtiya xwe de 30 salî reşik xistiye piyê. Aksungur hestê xwe wiha tîne ziman: "Piştî reşikê min lastîkên reş xistin piyê xwe. Wan deman parçeyekî nan bi hev re dihate xwarin. Lê ma niha wiha ye? Dinya diguhere. Ne tenê dinya însan jî diguherin. Ev sol ji hiriya bizinê dihatin çêkirin û gelekî saxlem dibûn. Reşikeke ku min 30 salî xistiye piyê xwe heye."
- "Divê em xwedî li vê çandê derkevin"
Dekanê Fakulteya Hekîmtiya Diransaziyê li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Prof. Dr. Şefik Tufenkçî ku li Wanê xebatên folklorîk jî dimeşîne diyar dike ku xelkê herêmê zemanê berê hewceyiya solê bi reşikê qedandiye.
Tufenkçî bal dikişîne ser wê yekê ku tenê hosteyên vî karî dikarin reşikê çêkin û got:
"Malzemeyên reşikê hiriya bizinê û kindir e. Kindîr tê mûmkirin û honandin, bi vî şiklî binê wê tê çêkirin. Ser wê jî hiriya reş a bizinê tê şûştin û bi teşiyê dibe ta û piştre wek patikan tê hûnandin. Bi vî awayî bi binê wê re tê dirûtin. Dawiyê bi tayên rengîn tê xemilandin. Ev li Miksa Wanê wek reşik lê li Bedlîsê jî wek herik tê binavkirin. Tarîxa reşikê pir kevn e. Divê em xwedî li vê çandê derkevin."