Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê (TSOya Wanê) ji bo taştêya ku rengê xwe daye bajêr bê tescîlkirin û standartên wê bên diyarkirin serî li Enstîtuya Patentê ya Tirkan (TPE) da û "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" sitand.
Di taştêya Wanê de 20 cure berhemên wekî "penêrê bipincar" a, mirtoxeya ku bi ar, rûnê nivişk û hekan tê çêkirin, "kavût"a ku bi genimê hêrandî tê çêkirin, hene. Bi belgeya ku TPEyê da bajêr di warê taştê de bû marqe.
TSOya Wanê bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan rekora "Sifreya taştêyê ya herî qerebalix a cîhanê" ji DYAyê sitand û ket Pirtûka Rekoran a Guînnessê. TSOya Wanê belgeya marqeya tescîlê jî sitand û nirxa herî girîng a bajêr xist bin temînatê. Bi vê belgeyê êdî dê ji bilî standartên ku hatin diyarkirin bi navê Taştêya Wanê firotin û pêşkêşî nayê kirin.
Serokê TSOya Wanê Necdet Takva daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û qal kir ji bo ku taştêya Wanê bikin marqeyeke bazirganiyê serî li belgeya tescîlê dan û wiha axivî:
"Me portfoya xwarinan ên standart ên taştê diyar kir û vê kir wek rêziknameyekê. Enstîtuya Patentê ya Tirkan ev qebûl kir. Me kêmasiyên xwe yên dawîn jî temam kirin û belgeya xwe ya tescîlê sitand. Bi vê tescîla marqeya temînatê taştêya Wanê bû marqe û belgeya wê ya tescîlê hat tesdîqkirin. Ji niha pê ve li kîjan bajêrê dibe bila bibe bi navê taştêya Wanê bêyî ku logoya marqeyê ya ku di belgeya tescîlê de tê qalkirin bi kar bînin, nikarin taştê bifroşin û pêşkêşiyê bikin."
Takva destnîşan kir ku kargehên ku ni navê taştêya Wanê taştê difroşin divê serî li odeya wan bidin û sertîfikayê bistînin û wiha axivî:
"Ew kargehên ku Taştêya Wanê difroşin, dê hemû xwarinên ku di taştêyê de tên pêşkêşkirin dê ji bajarê me bên peydakirin. Ev yek jî dê piştgiriyê bide aboriya bajarê me. Penêrê bipincar, mirtoxe, kavût, rûnê nivişk, tû-hingiv dê ji vir bên peydakirin û ev yek jî dê bibin parçeyeke bazirganiyê. Ev xebateke girîng e û li Tirkiyeyê mînakeke wê tune. Enstîtuya Patentê ya Tirkan di vê warê de piştgiriyeke mezin da me. Ji ber wê em spasiya her kesê ku piştgirî dan dikin."
-Dê kargehên taştêyê vexwînin odeyê
Takva da zanîn ku dê piştî demekî kurt kargehên ku taştêya Wanê difroşin û pêşkêş dikin vexwînin odeyê û bi merasimê sertîfîkayên wan bidin. Takva diyar kir ku di serî de li Stenbol li gelek bajêran bi vê konseptê kargeh hene û da zanîn ku dê wan jî vexwînin bajêr û sertîfîka bidin wan jî.
Takva eşkere kir ku heta niha ji 50yê zêdetir kargehê serî li odeyê da û serlêdan berdewam dikin. Takva got eleqe gelek e û piştî ku prosedor hatin temamkirin dê sertîfikayên kargehan bidin wan.