Karsazê wanî Erdal Bînîcî ji bo ku neslê pişîkên Wanê bê parastin maleke taybet a ku tê de 30 pişîk hene, ava kir.
Karsaz Bînîcî li nêzî Kelha Wanê atolyeyek ava kir û hunerê têlkariyê ya şaristaniya Ûrartûyan a ku li ber jibîrkirinê ye çêdike. Bînîcî li baxçeya atolyeya xwe ji bo ku neslê Pişîka Wanê bê parastin ji pişîkan re maleke taybet çêkir û 30 pişîkên ku ji kolanan û cihen curbicur ber hev kir xwedî dike.
Pişîkên Wanê bi xwînşirînayî, pirça xwe ya ku dişibe hewrêşimê, meşa wan a wek meşa şêran, dûvê xwe yê dirêj û gij, çavên xwe yên bi rengên cuda û ji avê hezkirinê tên zanîn. Pişîkên Wanê hem ji bo bajêr hem jî ji bo Tirkiyeyê yek ji berhemên jîndar ên çandê tên qebûlkirin. Bînîcî wisa bawer dike divê ku neslê van pişîkan bê parastin û got ku çend sal berê di her malê de pişîkek hebû lê di roja me de ev çand nemaye.
Bînîcî got ku lalbata wan bi tûrîzmê re eleqedar e û di heman demê de ji pişîkan jî gelekî hez dike. Bînîcî wiha got: "Em wisa bawer dikin ku divê pişîkên Wanê jî teqez di nav tûrîzmê de cî bigirin. Ji ber vê yekê me li aliyê pêş a atolyeya xwe ji bo ku mêvanên me jî ziyaret bikin ji bo pişîkan maleke taybet ava kir. Em wisa bawer dikin ku divê nirxa herî mezin a Wanê li Wanê bimîne. Berê di her malê de pişîkek hebû lê niha tunin. Em ji bo ku ev çand ji holê ranebe bê pere pişîkan didin welatiyên ku dixwazin li mala xwe pişîkan xwedî bikin."