Çand û huner

Tehma ku bi biharê ra tê: "Kereng"

Kerenga ku li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê di şert û mercên dijwar da tên berhevkirin û mizginaya biharê ye, li bazarê derket ser dezgehan.

İbrahim Atmaca  | 19.04.2018 - Rojanekırın : 23.04.2018
Tehma ku bi biharê ra tê: "Kereng"

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Kerenga ku li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê di şert û mercên dijwar da tên berhevkirin, li bazarê derket ser dezgehan.

Kereng li Karacadaga ku di navbera sînorên Diyarbekir û Şanliûrfayê da ye di nav eraziyê xilxile da derbiharê dêmî hêşîn dibe. Di derbiharê da kereng ji ser sifreya gelê herêmê kêm nabe û ji bo kesên ku li gund û deverên çiyayî dijîn jî kereng dahatê tîne.

Gundî ji bo ku derkevin ser Karacadagê û kerengan berhev bikin, bendewarê şiliya biharê ne, piştî ku şilî dibare jî serê sibê radibin û diçin kerenga. Gundiyên ku piraniya wan ji jin û ciwanan pêk tên ji 10 kîlomêtreyan zêdetir dimeşin paşê xwe dighînin cihê kereng lê hêşîn dibin û paşê bi şîşan va ji erdê kerengan derdixin.

Gundî ji xwe ra stranan distirên û bi şîşên destê xwe va erdê dikolin û heta ku biwestin û torbê xwe tije bikin kerengan derdixin. Ji ber ku di serê kerengan da strî hene, piştî ku ji bin erdê tên derxistin bi kêrê striyên wan jê dikin. Gundî nêzî mehekê ji xwe ra kerengan derdixin. Dema ku êvarê tên malê jî qismekî kerengên deristine tînin ser sifreya şîvê û qismê din jî li bazarê difroşin.

Ji berhevkarên kerengan Kerem Ulusê 17 salî ku li gundê Înanozuya dikeve quntarê Karacadagê dijî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku şilî çi qas zêde bibare, xêr û bereketa kerengan jî ew qas zêde dibe.

Ulus got ku ew piştî şiliya biharê dertên pêşa çiyê û kerengan derdixin û wiha dewam kir: "Kerengên ku em derdixin, li bazarê difroşin. Ji ber ku li vê derê her der kevir û xilxile ye, ji çandiniyê ra nabe. Em bi kerengan xerclixa xwe derdixin. Ez îsal çend caran hatin û min nêzî 100 kîloyî berhev kir, ew jî 300 lire kir. Ji ber ku par şilî pir barî min nêzî 700 kîloyî derxistibû. Şilî çi qas bibare, kereng ew qas zêde hêşîn dibin. Diyarbekirî ji kerengê pir hez dikin û loma hemû dikirin."

Faysal Turê 17 salî jî got ku destê wî nasir girtine û wiha dewam kir: "Em serê sibê zû ji malê dertên û nêzî 10 kîlometroyan dimeşin. Piştî ku em kerengan derdixin, em bi kêrê striyên wan jê dikin û paqij dikin. Kerengên ku em berhev dikin, difroşin. Em ji bo zivistanê jî dixin sarincê cihê cemedê. Em rojê 30-35 kîloyî derdixin. Ez heta ku hebin tena serê xwe nêzî tonekê berhev dikim."

Gelê herêmê qasî kibaba berxan qîmetê dide kerengê. Kereng di nêzî 10 cure xurekan da tê çêkirin û li ser sifreyan cihê xwe digre. Carinan di nav avê da tê xaşandin û mast li ser dikin, carinan bi hêkê tê çêkirin. Hinek jî dixin nav saleteyan."

Benan Togrulê ku çêkirina xurekê kerengê ji diya xwe hîn bûye got ku ji striyan paqijkirina kerengê pir zehmet e, lê ji bo tehma wê ew zehmetî ber çavê meriv ra nayê û wiha dewam kir:

"Li herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê goşt pir tê xwarin. Kreng jî ji ber tehma xwe bi qasî goşt tê tercîhkirin. Ji kerengan 10 cure xurek tê çêkirin, lê herî zêde di nav rûn û ar da bi hêkan tê sorkirin. Em jî vê tercîh dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.