Haydar Şahin
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 10 Hezîran 2017
MOSKOW
Hat ragihandin ku welatiyên Rûsyayê ew ê di hezîranê da ji bo tetîlê dîsa Tirkiyeyê tercih bikin.
Di daxuyaniya Yekîtiya Operatorên Turê ya Rûsyayê (ATOR) da hat diyarkirin ku di navbera 10-12ê hezîranê da tetîla "Roja Rûsyayê" ye û weltî pîlan dikin ku di vê tetîlê da herin Tirkiyeyê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji sedî 37ê tûrîstên Rûsyayê ji bo tetîlê Tirkiyeyê tercih dikin û paşê jî bi rêjeya ji sedî 19an va Yewnanistan û ciyên tetîlê yên li Rûsyayê tên tercihkirin.
Îsal hejmara tûrîstên ku di navbera rêbendan-nîsanê da ji Rûsyayê çûn Tirkiyeyê li gor sala par 15 qatî zêdebû, raydarên ûris dibêjin dibe ku îsal 3,5-4 milyon tûrîst herin Tirkiyeyê.