Li gor agahiyên ku hatin hildan, otobêsa rêwiya ya bi plakaya 40 LB 727 ku ajovaniya wê Tayyar Yilmaz dikir qelibî. Otobêsa ku ji Kirşehîrê ber bi Antalyayê ve diçû li ser rêya di navbera Aksekî-Manavgatê wergeriya.
Tîmên agirkujî û ambulansê sewqî cihê bûyerê kirin. Li gor agahiyên ewil di qezayê de 22 kes birîndar bûn.
Birîndar sewqî nexweşxaneyên derdorê kirin.