2015 ж. 18 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 21 қазан
MUŞ
Koçerên ku havînê li zozanên hênik dema xwe derbas kirin, ji ber ku êdî hewa sar bû dest bi vegerê kirin.
Koçerên ku her sal ji herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tên zozanên Mûş, Bîngol, Erzirom û bajarên li der û dorê, êdî dest pê kirin vedigerin malên xwe.
Rêwitiya koçeran bi mehan dewam dike. Koçer bi roj 5 kîlomêtro dimeşin û şev jî di konên ku vedigrin de şeva xwe derbas dikin.
Mehmet Yilbaşê wek koçer ji Sêrtê hatiye Mûş û Bîngolê zozan kirê kiriye wiha got: "Ji biharê pê ve em li zozanan bûn. Ji ber ku hewa êdî sar bû em vedigerin. Em roj dimeşin û şev jî bêhna xwe didin. Heta ku berf bibare em ê heywanên xwe li çolê biçêrînin. Ji ber vê jî rêwîtiya me wê meh û nîvekî bikşîne. Ji bo ku em zêde alif nedin heywanan, perê neqliyeyê nedin em bi peyatî vedigerin. Tişta herî nebaş gur in û ji bo ku gur nekeve nav heywanên me şev em qilawiliyê dikin."
Sacîde Kansun jî got ku ji ber koçeriyê dema wan herî zêde di rêyan û zozanan de derbas dibe, lê ew dîsa jî kêfxweş in.
Kansun wiha axivî: "Jin li zozanan pêz didoşin, li wan miqate dibin û kar û barên din jî dikin. Niha em diçin Sêrtê û em ê ji wir jî herin Midyadê. Em ê qasî 6 mehan li Midyadê bimînin û em ê cardin vegerin li vê herêmê. Yanî jiyana me gelempêrî wiha derbas dibe, lê em vê jiyanê hez dikin."