Haydar Şahin
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
ÎSTANBULVê hefteyê 3yê wan xwemalî 5 fîlmê têkevin vizyonê.
Derhêneriya fîlma "Mucîze"yê Stephen Chbosky dike û di fîlmê da Julia Roberts, Jacob Tremblay, Owen Wîlson, Mandy Patînkîn, Steve Bacîc, Izabela Vîdovîc û Daveed Dîggs dilîzin.
Di fîlmê da qala serpêhatiyên August Pullmanê xwendekarê pola 5an yê ku serçavê wî cuda ye dikin.
- "Paddingtonê Hirç 2"
Derhêneriya fîlma "Paddingtonê Hirç 2" Paul Kîng dike û di fîlmê da Sally Hawkîns, Brendan Gleeson, Hugh Grant, Jîm Broadbent, Julîe Walters, Peter Capaldî, Hugh Bonnevîlle û Samuel Joslîn dilîzin.
Di fîlmê da qala serpêhatiyên Paddingtonê ku dixwaze here mala meta xwe dikin.
- "Birayê Min 2"
Derhêneriya fîlma "Birayê Min 2" Mert Baykal dike û di fîlmê da Burak Ozçîvît, Murat Boz, Ferdî Sancar, Leyla Feray, Pinar Denîz, Ozan Çelîk, Sezgî Mengî, Ayhan Taş û Engîn Şenkan dilîzin.
Di fîlmê da qala du birayên ku li ser wesiyeta bavê xwe bi salan şûnda tên ba hev dikin.
- "Genim"
Derhêneriya Fîlma "Genim" Semîh Kaplanoglu dike û di fîlmê da qala zanyarekî ku dev ji her tiştî berdide û ji xwe ra li ser genetîka tov dixebite dikin.
Di fîlmê da Jean-Marc Barr, Ermîn Bravo, Grîgoriy Dobrygîn, Crîstîna Flutur, Lubna Azabal û Mîla Bohnîng dilîzin.
- "Morg"
Derhêneriya Fîlma "Morg"ê Tuncer Gurbuz dike û di fîlmê da Emîn Gumuşkaya, Cengîz Demîr Ozturk, Gamze Pelîn Gokçe û Banu Olmez dilîzin.