İbrahim Atmaca
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
MARDÎN
Telkariya hunera destan wê êdî bi destê jinan were çêkirin.
Telkarî nêzî 3 hezar salan e ku li Mêrdîn û derdora wê tê çêkirin. Telkarî hunera destan a neqişandina zîv e. Ji bo ku çêkirina telkariyan neyê jibîrkirin, Şaredariya Kiziltepeyê li Navenda Şêwirdariya Jinan a Xanim Eliyê qurs vekir.
Jinên qursê bi destên xwe yên hunerî va zîv zirav dikin û pê gustîl, guhar, gerdenî û miftecihan çêdikin.
- "Huner wê bi destê jinan xurt bibe"
Midûra Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Kiziltepeyê Seher Aydinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo ev huner neyê jibîrkirin qurs hat vekirin û wiha dewam kir:
"Li Kiziltepeyê cara ewil ji bo vê hunerê qurs vedibe. 15 jin wê di qursê da telkariyê hîn bibin. Dema ku qurs qedandin wê li her derê bibin hosteyê vî karî. Ji bo me şanseke mezin e ku jin wê bibin hosteyê vî karî. Em dixwazin bidin nîşan ku telkarî tenê bi destê mêran nayê çêkirin, jin jî bi nazikbûna xwe va wê êdî bikaribin vê hunera nazik çêkin."
Aydinê destnîşan kir ku 15 jinên qursiyer berhemên pir tekûz çêkirin û wiha dewam kir: "Di destê me da qet berhem namînin. Jin êdî hatine asta hostatiya vî karî. Tiştên ku em çêdikin, hemû tên firotin. Em kêfxweş in."