İbrahim Atmaca,Önder Beyter
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
MARDÎN
Genimê Mêrdînê piştî ku di aşên teknolojîk da tê hêran, arê wî îxracî Iraqê dibe.
Fîrmaya Kepençê ji 3 fabrîqeyan pêk tê û li Herêma Sanayiya Organîze ya Mêrdînê ye. Fîrmayê di 1982yan da dest bi xebatê kir. Şirketê par 120 ton ar îxracî Iraqê kir û hewl dide ku fabrîqeya xwe ya 4emîn veke.
Xwediyê Fîrmaya Kepençê Musa Duyan (38) kurê bavekî cotkar e. Duyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan wek 8 birayan bi pêşengiya Hecî Şakir Duyanê bavê xwe va dest bi vê sektorê kir.
Duyan diyar kir ku wan li Herêma Sanayiya Organîze wek şirketa malbatê dest pê kir û vê gavê 3 fabrîqeyên wî hene, ew genimê ku di van fabrîqeyan da tên hêran, arê wan îxracî Iraqê dikin.
Duyan destnîşan kir, vê gavê di 3 fabrîqeyan da 120 xebatkar hene, piştî ku ew fabrîqeya 4emîn vekin hejmara xebatkarên wan wê derkeve 250yî.
Duyan diyar kir ku xaka Deşta Mezopotamyayê yek ji xaka herî biqalîte û dewlemend a Tirkiyeyê ye û wiha dewam kir, "Ji ber vê yekê jî genimê vê deştê pir biqalîte ye. Genimê ku li ser axa sor hêşîn dibe, zehf biqalîte dibe. Di warê proteîn û gûlîteînê da jî baş e. Ev jî dibe sedem ku xelk gelekî eleqe nîşan bide. Şikir ji Xwedê ra em vî genimê xwe yê biqalîte dihêrin dikin ard. Di bazara Iraqê da bandoreke xwe ya mezin li ser îxracatê heye."
Duyan bal kişand genimê ku çaxa bênderan tê dirûtin, tê paqijkirin û dûra tê şûştin û wiha got, "Paşê 36 saetan disekine û ziha dibe. Dûra jî di alavên teknolojîk ra bêyî ku destê însan lê bikeve, derbas dibe û dibe ard."
Duyan got ku ji bo wan lêkolîn û pêşvabirin jî pir muhîm e û ji ber hindê jî wan laboratuvarek damezirandiye da ku berheman lê binirxînin û ardê herî biqalîte bi dest bixin.