18 Îlon 2017•Rojanekirin: 18 Îlon 2017
NEW YORK
Di Xelatên Emmy a îsal a ku li DYAyê wekî Oscarên têlevîzyonê tê pênasekirin da rêzefîlma The Handmaid’s Tale û ya Big Little Liesê deng vedan.
Xelatên Emmy a 69emîn di merasîma li Şanoya Microsoftê ya li Los Angelesê da hatin belavkirin.
Henekvan û xwediyê xelata Emmyê Stephen Colbert bêjeriya bernameyê hilda ser xwe. Bername herwiha li ser şaşeya kanala CBSê zindî hat weşandin.
Di şeva xelatan da rêzefîlma "Veep" a HBOyê di 3 salên dawîn da 3yemîn xelata Emmyê wergirt.
Rêzefîlma "Handmaid's Tale" ku ji fîlma Margaret Atwood a sala 1985an hat veguhastin, di warê dramayê da xelata rêzefîlma herî baş wergirt, Elisabeth Mossê jî bi performansa xwe ya di heman rêzefîlmê da xelata Lîstikvana Herî Baş wergirt.
Rêzefîlma "Game of Thrones" a HBOyê ya ku heya niha bi tevahî di 38 waran da xelata Emmyê bi dest xist, ji ber ku îsal dereng dest bi sezonê kir, negihîştibû lîsteya namzedan.
Rêzefîlm, lîstikvan û nivîskarên senaryoyê yên ku di 69emîn Emmyê da xelat wergirtin, wiha ne:
Rêzefîlma TVyê ya Herî Baş (Drama): The Handmaid's Tale Rêzefîlma TVyê ya Herî Baş (Komedî): Veep (HBO) Lîstikvanê Herî Baş (Drama): Sterling K. Brown ("This Is Us") Lîstikvana Herî Baş (Drama): Elisabeth Moss ("The Handmaid’s Tale") Lîstikvanê Herî Baş (Komedî): Donald Glover ("Atlanta") Lîstikvana Herî Baş (Komedî): Julia Louis-Dreyfus ("Veep") Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş (Drama): John Lithgow ("The Crown") Lîstikvana Alîkar a Herî Baş (Drama): Ann Dowd ("The Handmaid’s Tale") Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş (Komedî): Alec Baldwin ("Saturday Night Live") Lîstikvana Alîkar a Herî Baş (Komedî): Kate McKinnon ("Saturday Night Live") Rêzefîlma Piçûk a Herî Baş: "Big Little Lies" (HBO) Fîlma TVyê ya Herî Baş: "Black Mirror: San Junipero" Lîstikvanê Herî Baş (Rêzefîlma Piçûk / Fîlma TVyê): Riz Ahmed ("The Night Of") Lîstikvana Herî Baş (Rêzefîlma Piçûk / Fîlma TVyê): Nicole Kidman ("Big Little Lies") Di Warê Komediyê da Nivîskarê Senaryoya Herî Baş: Aziz Ansari û Lena Waithe ("Master of None") Di Warê Dramayê da Nivîskarê Senaryoya Herî Baş: Bruce Miller, ("The Handmaid's Tale") Lîstikvana Herî Baş a Mêvan: Melissa McCarthy.