Ajansa Ewlehiyê ya teşkîlata îstîxbarata Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) îdia kir ku serkiryarê êrîşa bombeyî ya ku nêzî serkonsolosiya DYAyê ya li taxa Ankawaya Hewlêrê hat lidarxisitin, girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Ewlehiyê, piştî lêkolînên berfireh û xebatan bi alîkariya hêzên ewlehiyê û welatiyan serkiryarê bûyerê hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş, bi wesayiteke bombe dagirtî ya li ber kafeyeke semta Ankawa hatibû sekinandin hat kirin, di encamê de 2 welatiyên Tirkiyeyê mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de cih dan van îfadeyan: "Lêpirsîna der heqê terorîstan de, dewam dike. Piştî muameleyên qanûnî, em ê hûrgiliyên bûyerê bi raya giştî re parve bikin."
Li Ankawaya semta Hewlêrê, di 17ê nîsanê de, êrîşa bombeyî hatibû lidarxistin. Di encama teqîna li ber avahiya serkonsolosiya DYAyê de çalakvanê xwekujiyê, 2 welatiyên Tirkiyeyê miribûn û 8 kes jî birîndar bûbûn.