Elif Orhan
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 17 Mijdar 2018
ANKARA
Kordînatorê Têkiliyên Stratejîk ên saziya civaka sivîl a bi navê Kolîsyona Rohingyaya Azad a ku mafê misilmanên Arakanî diparêze bi zorî tetbîqkirina peymana der barê bi zorî paşdevegerîna penaberên Arakanî yên ku bi Myanmarê re hat kirin "sûcê dijî mirovahiyê ye."
Zarnî di nivîsa analîzê ya ku ji bo Ajansa Anadoluyê nivîsand de destnîşan kir bêyî ku tu temînatên navneteweyî bê sitandin bi zorî paşdeşandina penaberên Arakanî ya ji bo warên wan ê ku lê şertên qirkirinê dom dikin digel ku jiyana penaberan diavêje xetereyê di heman demê de dijî prensîba "penaber nikarin bên îadekirin e."
Zarnî bi bîr xist ku rayedarê Xaça Sor a Navneteweyî Robert Mardînî di daxuyaniya ku demek berê niha da rojnamevanan de got ku "Şert û mercên li herêmê ji bo ku penaber bi awayekî dilkirî, ewledar û birûmet vegerin guncav nînin, tu kes nikare îdia bike ku rewşa li Arakanê ji bo ku mirov di nav ewlehiyê de vegerin guncav e."
Zarnî bal kişand ku Serokê Mîsyona Ronîkirina Heqîqetan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Serdozgerê Endonezyayê yê berê Marzukî Darusman di pêşkêşiya xwe ya di 24ê cotmehê ya ji bo Konseya Ewlehiyê de got ku "Qirkirina li Myanmarê hê jî dewam dike" û got ku "Şertên qirkirinê yên li sehayê hê jî Rohîngyayan mecbûr dihêle ku ji eyaleta Arakanê birevin. Bi sedan mirovên ku bi tekneyan ji cehnema li bakurê Arakanê direvin ji aliyê peywirdarên ewlehiyê yên Bangladeş û Myanmarê ve tên girtin."
Zarnî destnîşan kir ku di bin van şert û mercan de nikarin ku ewlehiya penaberan emanetî Myanmarê bikin û destnîşan kir ku ji bo rewşê midaxaleyeke navneteweyî hewce dike.
- Divê koalîsyona NYyê bê avakirin"
Zarnî pêşniyaza "Ji bo ku paşdevegera ewle bê pêkanîn divê koalîsyoneke NYyê ya ku welatên wekî Tirkiye, Malezya, Kanada, Hollanda, Swêd, Amerîka û Îngilistana ku fikarên xwe yên der barê rewşa penaberên Arakanî de anîn ziman tevî bibin bê avakirin."
Zarnî nirxandina "Ev ji bo ku misilmanên Arakanî di nav ewlehiyê de vegerin welatên xwe û dawî li qirkirina berdewam a li Myanmarê bîne pêngaveke heyatî ye ku divê bê avêtin."