ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, "Em dikarin jê ra bibêjin 'bûyera 2ê Cotmehê'. Ev mesele tenê me eleqedar nake."
Soylu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu der barê wendabûna Kaşikçiyê rojnamevan da diyar kir dikarin jê ra bibêjin 'bûyera 2ê Cotmehê' û got ev mesele tenê me eleqedar nake.
Soylu der heqê lêgerîna li rezîdansa Serkonsolosxaneyê da destnîşan kir qebûlek heye, lê ji bo destpêkirinê mitebeqata hevpar lazim e û got li em benda vê mitebeqata hevpar in û wiha dewam kir: "Destûr berê bihata dayîn dibe ku ev nîqaşana qet derneketana. Der barê rezîdansê da biryareke dozgeriyê heye. Bersiva erênî û destûr di destê dewleta (Erebistana Siûdî) eleqedar da ye. Heger destûr bê dayîn wê ji bona lêpirsînê gav bên avêtin."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ji bona lêgerîna li rezîdansa konsolosxaneyê da diyar kir piştî ku mitabaqata hevpar çêbibe û pê va ev gav jî wê were avêtin.
Soylu der barê îdiaya ku der barê bûyera Kaşikçi da qeyda deng heye destnîşan kir ev hemû wê piştî lêpirsînê derkevin meydanê û wiha got: "Ev meseleyeke wiha nîne ku tenê dinya li ser şopa wê ye, di heman demê da ev, ezmûna hiqûqa me ye jî."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir qenaetên min hene, lê qabiliyeta min tuneye ku van bibêjim û wiha peyivî: "Qenaetên min xurt in, lê ev karê darazê ye. Bira her kes li benda encama lêpirsînê be. Di encama lêpirsînê da dozgerî an hêzên ewlekariyê ew ê eşkere bikin, ji hemû dinyayê ra îlan bikin ku digihîştine kîjan delîlan, çi bûye. Xêncî vê di vê meseleyê da dibê gotinan îsraf nekin."
Suleyman Soylu ji bona windabûna rojnameger Kaşikçi diyar kir ev mesele di nav pîvanên hiqûqê da zelal û ji dinyayê ra eşkere bi rê va birine û got em hê jî bi rê va dibin û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê hê di deqîqeya yekemîn da du tişt bi hêjayiyeke baş nîşan dan; yek tişta ku hiqûq dibêje, ya duduyan jî xweragirî. Pabendî peymanên navneteweyî bû, di heman demê da jî gavên eşkere û zelal avêtin."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu der barê îdiaya Amerîka bi navê 'hamîtiya Erebistana Siûdî' xwedî li bûyera Kaşikçi derdikeve da wiha axivî: "Ji daxuyaniyan eşkere dibe ku rewşeke wiha dernakeve. Sê roj berê tiştekî û sê roj bi şun da tiştekî din dibêjin. Ez dikarim ji raya giştî ra wiha bibêjim: Bira her kes li benda encama lêpirsînê bimîne."
Soylu bal kişand ser kêşeya koçberên bêdestûr û wiha peyivî: "Di 2015an da 8 hezar û 500 kes derbasî giravan dibûn, di 2017an da 79, niha di 10 mehên pêşîn da 86 û ji dawiya salê pê va jî dê di 80yan da bimîne."
Suleyman Soylu destnîşan kir di têkoşîna dijî koça bêdestûr da 4 hezar û 382 organîzator û 205 hezar û 523 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu destnîşan kir mixabin karsazên me behsa feydeya ku Sûriyeyî didin aboriya me nakin û got bira li qisûrê mêze nekin.
Soylu bal kişand ser şerê dijî terorê û wiha axivî: "Hin kes dibêjin 'Çi karê me li filan û bêvan derê heye'. Tenê ji bona mixalefeta îqtidarê gotinên wiha nayên gotin. Heger li Efrînê bombe bên amadekirin û rêxistina terorê li Efrînê bê perwerdekirin helbet karê me li Efrînê heye. Li rojhilat û rojavayê Feratê jî karê me heye."
Suleyman Soylu di xeberdana xwe da diyar kir ji hêla psîkolojîk û fizîkî va derbeyeke mezin li rêxistina terorê xistine û got li nav Tirkiyeyê 371 terorîstên payebilind hatin berterefkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir xwezî Tirkiye here Reqayê û li wir jî hebin û got girîngiya vê 3-5 sal bi şun da baştir wê bê fehmkirin.
Soylu bal kişand ser hilbijartina herêmî û wiha peyivî: "Tê gotin ku hin şaredarî wê dîsa derbasî HDPyê bibin. Em bêjin ku derbas bûn, hûn dizanin ku çi dibêjin? Gotina wan ev e, 'Piştî 31ê adarê şaredarî di destê me da ne; heke ku hûn dixwazin di van deran da bixebitin ji malbata xwe kesekî bişînin serê çiyê.' Vêga ez dewlet im, çi hewce dike ku ezê bikim. Ez temaşe bikim, em temaşe bikin?"
Wezîrê Karên Derva Soylu di berdewamiyê da diyar kir li Qendîlê rûniştine û ji xwe ra wê hesabê dikin û dibêjin ka em ê di hilbijartinên 31ê adarê da kê bikin mixtar û wiha got: "Peywira min, wekî dewlet peywira me ew e ku ne piştî 31ê adarê, lê beriya 31ê adarê gavê biavêjin. Beriya ku ew mixtaran diyar bikin, divê em mixtarên têkildarê PKKyê tesbît bikin û li gorî wê gav bavêjin."
Soylu der barê operasyonên dijî FETOyê tên meşandin da wiha axivî: "Niha operasyonên di destê me da yên herî bihêz, karê lêgerîna biankesor û yên pey hev in. Operasyonên wisa ne ku ji operasyonên ByLockê jî girîngtir û mezintir in. Gava ev biqede, dê li Tirkiyeyê jî xetereya FETOyê bi temamî ji holê rabe."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ji bona operasyonên dijî FETOyê destnîşan kir divê gelê me baş bizanibe ku ev mesele di bin kontrola dewletê da ye.
Soylu di berdewamiya xeberdana xwe da ji bona operasyonên FETOyê wiha peyivî: "Der heqê lêgerînên bênavber û ankesorê da tiştekî pir ecêb heye, ji sedî 30yî zêdetir di îtirafên kesên ku em digrin da dibêjin 'Erê', 'Em wiha nin'."
Suleyman Soylu der heqê têkoşîna dijî hişbirê da destnîşan kir îsal 17 hezar û 57 kes hatin girtin û wiha got: "Ev jimareke kêm nîne. Niha 50 hezar kes di girtîgehê da ne."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ji bona xebatên li ser trafîkê da diyar kir wexta bi baldarî bê kontrolkirin qezayên trafîkê kêm dibin û wiha axivî: "Gavên ku em ê biavêjin wê xweşa texsîcî û welatiyan here. Em ê bi taybetî bikin û hûn ê di demeke nêzîk da bibînin û hûn ê bibêjin van hewce dikir. Em ê 285 motorbisqilêtî derxin trafîkê û em ê îsal 5 hezar polêsan jî bidin trafîkê. Bi salan e jimar zêde nedibû. Niha 2 hezar û 800 kes amade ne û perwerdeya wan qediya."
Soylu der barê bûyerên asayîşê da diyar kir di 2017an da li Enqereyê rojê 30 bûyerên diziyê diqewimîn û wiha got: "Niha ev jimar 10 e. Di vir da rola mezin ya notirvanan e."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu di berdewamiyê da destnîşan kir wê hezar û 170 memûrên nifûsê hildin kar û got wê di nav mehekê da jî dest pê bikin.
news_share_descriptionsubscription_contact


