Haydar Şahin
22 Gulan 2020•Rojanekirin: 23 Gulan 2020
Malbata Cemal Kaşikçiyê rojnamevan ê li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hatibû kuştin diyar kir ku kujerên wî efû kirin.
Salah Kaşikçiyê kurê Cemal Kaşikçiyê rojnamevan ê li avahiya Serkonsolosxaneyê bi hovîtî hat kuştin li ser navê malbata xwe ya li Erebistana Siûdî dijî li ser hesabê Twitterê daxuyaniyek weşand.
Salah destnîşan kir ku kujerên Cemal Kaşikçiyê bavê wan efû kirin, îdia kir ku ji bo rizaya Xwedê qezenc bikin ev biryar hildan.
Salah di daxuyaniyê da ayeteke ji Sûreta Şûrayê parve kir û wiha nivîsî: "Berdêla nerindiyekê ew e ku li gor wê tevgerekê nîşan bidin lêbelê kî efû bike bibexşîne, rêya rastkirinê bigre Xwedê mikafatê dide wî. Bê şik û bê guman ew ji kesên neheqiyê dikin hez nake.
Salah Kaşikçi di daxuyaniyên xwe yên berê da jî gotibû naxwazin kuştina bavî siyasalîze bikin, bi Qral Selman bîn Ebdilezîz ra di dema serxweşiyê da wêne weşandibû û wekî ku gelekî di fikaran da ye xanê kiribû.
Kuştina Cemal Kaşikçi
Cemal Kaşikçiyê rojnamevan ê ji Erebistana Siûdî di 2yê cotmeha 2018an da ji bo karûbarên zewacê çûbû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û careke din jê xeberek nehatibû hildan.
Ser kuştinê ra dem derbas bû agahiyên dibêjin kînga, li ku derê û çito hat kuştin hatin parvekirin lêbelê nehat gotin ku cesedê wî li ku derê ye.