Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, piştî bernameya nukleerê ya Îranê ambargo kêm bûn û hinek mueyîde jî hatin rakirin, şirketên ji Ewrupa û Asyayê berpirsyarên îranî re gotin ku ew dixwazin di qadên neftê de veberhênanan bikin.
Midûrê Giştî yê Herêma Vejena Taybet a Pars a Başûr, Mehdî Yûsifî got ku şirketên ji Tirkiye, Almanya û Qatarê amade ne ku di projeyên neft û xazê de veberhênanan bikin.
Yûsifî daxuyand ku heyeteke ji Odeya Bazirganiyê ya Îzmirê jî demek berê hatiye herêma Vejena Taybet a Parsê û li wir lêkolîn kiriye.
Yûsifî got ku şirketên biyanî yên ku dixwazin li herêma Parsê veberhênanan bikin û bixebitin li gor wan pir girîng in.
Ji hêla din hat ragihandin ku hin şirketên ji Çîn û Bahreynê jî hatin eyaleta Huzistana Îranê û li ser neft û xaza siruştî lêkolîn kirin.
Îran ji hêla neft û xaza siruştî ve di dinyayê de welatekî dewlemend e, lê ji ber hin ambargo û mueyîdeyên navneteweyî ji hêla îxracatê û hilberînê de astengî dikişand. Par 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê yên NYyê û nûnerên Almanyayê bi Îranê re hevdîtin kiribûn. Di hevdîtinê de hat gotin ku hin ambargo dê bên kêmkirin, lê li hember vê Tehran jî dê bernameya xwe ya nukleerê hinekî kêm bike. Piştî vê hevdîtinê di 24ê mijdara 2013an de li Cenewreyê peymaneke berwext hat îmzekirin û hin mueyîde hatin kêmkirin.