İbrahim Atmaca
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Rayedarên Tirk û Siûdî yên koma xebatê ya lêkolîna li ser Nivîskarê Washington Postê û rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi ku li Stenbolê ketibû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî û paşê winda bûbû, piştî lêkolînê ji konsolosxaneyê derketin.
Rayedarên Tirk û Siûdî ku di koma xebatê ya hevpar da cih digrin, cuda cuda ji konsolosxaneyê derketin. Heyet ji herêmê dûr ketin û tu daxuyanî nedan.
Piştî ekîbên polêsan rayedar jî ji konsolosxaneyê derketin û ji komên ku seba lêkolînê ketin avahiyê, tu kes nema.
Cîgirê serdozger û dozgerê komarê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê wezîfedar kirin, personelên pispor ên Midûriyên Şaxa Têkoşîna Terorê, Asayîş û Lêkolînkirina Cihê Bûyerê yên Midûriya Emniyeta Stenbolê û rayedarên Erebistana Siûdî beşdarî lêkolînên li konsolosxaneyê bûn.
- Bûyer
Cemal Kaşikçiyê piştgirî dida rojnameya El Watanê ku ev rojname seba reformîstên Siûdî platformeke girîng e û di heman demê da di Rojnameya Washingtonê da dinvîsî, 2yê cotmehê roja sêşemê ji bo karên fermî li Stenbolê çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî û ji wê demê pê va tu agahî jê nayê hildan.
Çavkaniyên emniyetê piştrast kirin ku Kaşikçi piştî çû konsolosxaneyê, careke din jê derneket, di heman saetan da bi 2 balafiran 15 welatiyên Siûdî ku hatibûn Stenbolê û ketibûn avahiya konsolosxaneyê û paşê dîsa vegeriyabûn welatê xwe yê ku jê hatibûn.
Piştî ku Kaşikçi ketibû konsolosxaneyê û tu agahî jê nehat hildan, koma xebatê ya hevpar a ku ji rayedarên Tirk û Siûdî pêk tên, hatibû avakirin, van ekîban duh danê nîvro li Midûriya Emniyeta Stenbolê civîna xwe ya ewil kiribû.