Muhammet Kurşun
16 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
ANKARA
Serokê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro, ragihand ku dê êrişên PYDyê li ser avahiyên wan li cem konsolosxaneyên welatan gilî bikin.
Serokê saziya sîwan a kurdên Sûriyê ENKSyê Bro, di daxuyaniya xwe ya malpera resmî ya PDKyê de diyar kir ku dê zext zoriyên PYDyê dibe ber destê welatên biyanî û dê giliyê rêxistina terorî li cem konsolosxaneyan bîne ziman.
Bro destnîşan kir ku li Efrîn, Cizîr û Kobanê 30 avahiyên wan ji aliyê PYDyê ve hatine girtin. Herwiha got PKK her maleke ku Alaya Kurdistanê lê be êriş dikin û wê alayê tînin xwarê.
Bro bal kişand ser wê yekê ku dê vê zordestiya PYDyê bigihînin raya giştî ya navneteweyî û hemû dinyayê pê bihesînin.
Serokê ENKSyê wiha axivî:
"PYD, ji bo xizmeta rejima Esed vê zordestiyê li ser me dimeşîne. Eger siberoj rejim careke din vegere herêmên kurdî dixwaze ku barê wê sivik bibe.
Li ser gilîkirina rêxistina terorî jî wiha agahî dan:
"Emê seredana hemû konsolosxaneyên li Hewlêrê bikin. Emê wan ji binpêkirinên PKKyê agahdar bikin. Herwiha bi rêya e-mailan jî em hemû xelkê ji vê rewşê têdigihînin û emê berdewam bin."