Sevim Hatun
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
QUDS
Hejmara cihûyên fanatîk ên ku êrîşê dibin ser Mescida Eqsayê, di deh mehên dawî de li gor heman serdema sala par ji sedî 15an zêde bû.
Li gor nûçeya di rojnameya Jerusalem Postê de hat weşandin, ji meha kewçêrê ya par ku meha sersalê ye û heta niha herî kêm 17 hezar cihûyên fanatîk êrîş bir ser Harema Şerîf.
Li gorî salnameya îbranî, par 14 hezar û 908 cihûyî êrîş biribû ser Eqasayê. Îsal jî hê ku ji kutabûna salê re 6 hefte mane (li gor salnameya îbranî) ev hejmar gihîşt 17 hezarî.
Cihûyan bi minasebeta salvegera rûxîna Meqamê Silêman ku wekî "Tişa BeAv" bi nav kirine û roja şînê qebûl dikin, îxlalên li ser Mescida Eqsayê zêde kiribûn.