Ahmet Aydın
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
PRÎŞTÎNE
Li Prîştîneya paytexta Kosovê tabelayên mizgefta Fatih Sultan Mehmet û ya Yaşar Paşayê yên ku ji aliyê Serokayetiya Ajansa Hevkariya Tirkî û Kordînasyonê (TÎKA)yê ve hatibûn restorekirin bû armanca êrîşên îslamofobîk.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Îslamiya Kosovê (Serokayetiya Karûbarê Diyanetê) hat gotin ku kes yan kesên nenas li ser tabelayên Prîştîneyê Mizgefta Fatih Sultan Mehmet û ya Yaşar Paşayê ku destnîşan dikirin ji aliyê TÎKAyê ve hatine restorekirin, grafîtî xêz kirin û zirar dane wan.
Di daxuyaniyê de hat tomarkirin ku ew êrîş nayê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Ev êrîşa li dijî TÎKAyê ku 2 mizgeftên abîdeyî yên ku ji aliyê qanûnê ve dihatin parastin restore kiribû, bê edebî ye. Ev êrîşa namerd heqaret e û nîşandana nefretê yê li dijî gelê Tirkiyeyê."
Di daxuyaniyê de herwiha ji ber projeyên wê yên li Kosovê spasiya TÎKAYê hat kirin.