12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
STENBOL
Balafireke cengê bi tîpa F-4 ser bi Hêzên Esmanî ya Îranê, li wîlayeta Sîstan û Belûcistanê ku dikeve başûrê rojhilatê wî welatî kete xwarê.
Li gorî nûçeyekê Ajansa nûçeyan ya Farisî (Xeberguzarî Farisî) ku ajansa nîvresmî ya Îranê ye, Balafira cengê li herêma Konaraka wîlayeta Sîstan û Belûcistanê, bi sedema pirsgirêkên teknîkî ketiye.
Hat destnîşankirin ku di encama ketinê da, pîlot û pîlotê alîkar mirine.