17 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2019
Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da li navçeya Til Ebyedê ya li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê depoya mayîn û mûşekan a YPG/PKKya rêxistina terorê hat dîtin.
Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ji bo tunekirina korîdora terorê ya hewl tê dayîn li sînorên başûr ên Tirkiyeyê bê avakirin, aramî û aştiyê bînin herêmê da destpêkirin, didome.
Di çarçoveya herekatê da li navçeya Til Ebyedê li herêmên ku ji terorê hat xalîkirin di xebatên lêgerînê da depoyeke mayînan a YPG/PKKyiyan hat dîtin.
Di depoyê da mayîn, gelek teqemenî, bombeyên destan, guleyên hawanê û mûşek hatin bidestxistin.
Îro herwiha li başûrê Resuleynê li ser rêbeja M4ê depoyeke çekan a mezin a ku rêxistin wekî cebilxane bi kar tîne hatibû dîtin. Di depoya navborî da ji 100î zêdetir mûşek, fuzeyên antîtankê, guleyên hawanê, guleyên Doçkayan, di nav sindoqan da bi hezaran guleyên balafirşikênan û 300 cîhazên lêgerîna mayînê hatibûn dîtin.