Muhammet Kurşun
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
QUDS
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman der barê Îranê de got: "Em rê nadin ku Îran li Sûriye û Libnanê bihêz bibe."
Li gor xebera radyoya dewleta Îsraîlê Liberman, li paytext Tel Avîvê beşdarî civîneke berpirsên dewletê bû û li wir axaftinek kir.
Liberman di axaftina xwe de diyar kir ku Îsraîlê teslîmî şert û mercên Îran dixwaze li Sûriye û Libnanê bîne holê nabe.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê wiha axivî:
"Îran, bi rêya Pasdaran hewl dide li ser axa Sûriyê binkeyên deryayî û esmanî ava bike. Bi rêya hêzên milîs ên şiî jî dixwaze li Libnanê çekên pêşketî çêke. Îsraîl li hemberî vê bêdeng namîne."