Türkan Tosun
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
QUDS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got polîtîkaya Amerîkayê ya li hember Îranê rast e.
Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo ya der barê Îranê de, Netanyahu jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Netyanyahu got Tehran li Rojhilata Navîn bi tevgereke êrîşkar û emperyalîst tevdigere, ji ber vê polîtikaya Washîngtonê ya li hember Îranê siyaseteke rast e.
Netanyahu bal kişande xebatên nukleer û wiha axivî: "Îran wek ku me derxiste holê bi rêyên cuda va hewl dide çekên nukleer bi dest bixe. Li hember Îranê mueyîdeyên tund divê bên kirin û jê daxwaz bê kirin ku ew ji Sûriyeyê derkeve. Ancax bi saya van li herêmê aştî wê pêk bê, ev polîtîkaya tekane ya rast e."
Netanyahu got Îran êrîşkar e û bangî hemû welatên dinyayê ku ew li gor polîtîkaya Amerîkayê bixebitin.
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo lîsteyeke 12 madeyî ya ku ji Îranê tiştan dixwazin eşkere kiribû û gotibû li hember Îranê mueyîdeyên pir xurt ên bên kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di 8ê gulanê de daxuyandibû ku ew ji peymana nukleer a bi Îranê re vedikişin û anîbû ziman li hember rêvebiriya Tehranê mueyîdeyêngiran wê bên kirin.