Türkan Tosun
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
QUDIS
Eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 15 Filistînî binçav kirin.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got li herêmên cuda ên Şerîeya Rojava şev operasyon hatine lidarxistin, 15 Filistînî ji ber îdiaya beşdarî çalakiyên terorê bûne, hatine binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku hatine dagirkirin ji ber îdiayên cuda gelek caran diavêjin ser malan û Filistîniyan binçav dikin.
Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê de jê 450 girtiyên îdarî, jê 12 parlamenter û jê 300 zarok, 6 hezar û 500 Filistînî hene.
Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" Filistîniyan li gor îstixbaratê dikare di navbera mehekê û 6 mehan de di girtîgehê de bigre. Paşê heke biryar bide ku ew ji bo ewlehiya Îsraîlê taluke ne, dadgerê eskerî dikare bêyî ku sûcekî bibîne wî heta 5 salan jî bigre.