Muhammet Kurşun
24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
DIHOK MUHAMMET KURŞUN/AZAD MUHAMMET
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDKS) Newaf Reşîd, diyar kir ku hêza Pêşmergeyê Rojava ku wek Leşkerê Roj tên binavkirin û di banê Hêzên Zêrevanî de perwerdeyê dibînin di çend mehên li pêşiya me de bi çavdêriya koalîsyonê derbasî Sûriyê bibe.
Nûnerê PDKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd, bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê der barê rewşa dawî a Pêşmergeyê Rojava-Leşkerê Roj û çûna wan a ber bi Sûriyê ve daxuyaniyên girîng dan.
- "Koalîsyonê biryara piştgiriya Leşkerê Roj daye"
Reşîd agahiya li ser çûna Leşkerê Roj wiha axivî:
"Koalîsyonê ji bo pêşaroja Sûriyê biryar daye ku di plana pêşî de perwerdeyê bidin 10 hezar Leşkerê Roj. Hemû arîkarî û piştgiriya eskerî û lojîstîk jî dê Koalîsyon bigire ser xwe. Ev ji bo Emrîka û Koalîsyonê gaveke tarîxî ye. Ji bo Leşkerê Roj ku girêdayî Hêza Zêrevanî ne jî qonaxeke nû ye."
Nûnerê PDKa Sûriyê destnîşan kir ku Koalîsyonê û çend welatên din ên cîranê Herêma Kurdistanê ji berê ve biryara vê yekê dane û got:
"Bihêzkirin û berfirehkirina Leşkerê Roj di fikrê van welatan de hebû. Cihê kêfxweşiyê ye ku ev pêngav gihîşte qonaxeke berbiçav û Koalîsyonê daxwaz kir ku 10 hezar Leşkerê Rojê ji bo wergirtina perwerdeya eskerî û hînbûna bikaranîna hemû cure çekan navê xwe qeyd bikin. Dê di esnayê perwerdeya eskerî de hemû tektîkên şer bên hînkirin."
Newaf Reşîd diyar kir ku pêvajoya qeyidkirina navan destpê kiriye û wiha berdewamî da agahiyan:
"Mesrefê amûr û eşyayên 10 hezar Pêşmergê Rojava û lêçûna perwerdeyê dê Koalîsyon bigire ser xwe. Ji niha ve navnivîsandin destpê kiriye. Bi îzna Xwedê heta çend mehan dê perwerdeya eskerî biqede. Pêşbîniya me ew e ku dê gencên Kurdên Sûriyê xwe binivîsin. Lewra ew Kurdên Sûriyê ku wek penaber li Herêma Kurdistanê dimînin pir ji pêşmergetiyê hez dikin."
- "Dê Emrîka Leşkerê Roj li Sûriyê biparêze"
Li ser astengiya PKKê jî Reşîd wiha axivî:
"Koalîsyonê ragihandiyê ku dê zextê li ser PKKê çêkin ku astengiyan ji Leşkerê Roj re dernexin ji bo Pêşmergê Rojava here Sûriyê. Heta niha tu lihevhatinek tuneye. Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Emrîka plana çûna Leşkerê Roj bo Sûriyê dimeşîne. Piştî ku pêşmerge derbasî Sûriyê bibe jî dê çavdêriya rewşê bikin. Dê Emrîka Leşkerê Roj li Sûriyê biparêze. Lewra armanca herkesî ew e ku Leşkerê Roj li Sûriyê bibe hêzeke niştîmanî."
Der barê axaftinên Hevserokê PYDa rêxistina terorî Salih Muslîm jî Reşîd got:
"Em bi tu awayî nakevin bin tesîra daxuyaniyên Salih Muslîm. Leşkerê Roj li herêmên Kurdan dê hemû çîn, bawerî û pêkhateyan bêyî cudahî biparêze."
- "PKK nikare rêgiriyê lê bike"
Fermandeyekî Hêza Zêrevanî Qadir Şêxmemî jî bo AAyê agahî dan û diyar kir ku, "Di nîvê yekemê îsal de Leşkerê Roj vedigere Sûriyê. Parastina hemû herêmên Kurdî li wî welatî dê bigire ser xwe. Herçiqas PKKê di salên borî de rêgirî lê kiribe jî vê carê PKK nikare tiştekî bike. Lewra biryara dawîn hatiye dayîn dê Leşkerê Roj vegere Sûriyê."
Şêxmemî bal kişand ser wê yekê ku heta niha 5 hezar pêşmergeyên Leşkerê Roj hatine perwerde kirin, hînî bikaranîna hemû çekan bûne û wiha pê de çû:
"Ew şerê kolanan jî dizanin. Ji demeke zû ve ye em haziriyê dikin wek Leşkerê Roj vegerin Sûriyê da ku hemû herêmê ji tehdîda dijmin biparêzin. Lê mixabin PKK her demê astengî li ber me çêkir. Lê bi kêfxweşî divê bêjim ku em îdî li benda rêdana PKKê nakin. Lewra hêza Koalîsyonê ket dewrê û daxwaz kir ku Pêşmergeyê Rojava were bihêzkirin û perwerdeya eskerî ji bo 10 hezar Leşkerê Roj were dayîn. Emê wek artêşeke rêkûpêk û profesyonel vegerin Sûriyê."