03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
HATAY
Komeleya Alîkariyê ya Hayratê 100 ton kartol şande Îdliba bajarê Sûriyeyê.
Serokê Komeleyê Hakki Agun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ewê alîkariyên xwe yên ji bo Sûriyeyê bidomînin.
Aygun destnîşan kir ku 4 tirên ku bi destê nûnertiyên li bajarên cuda ên Tirkiyeyê hatin komkirin dîsa şandin Îdlibê û wiha got: "Ekîbên me yê 100 ton kartolê di tiran da li navend û dorberê Îdlibê belav bikin. Alîkariyê hinekî hewcedariyên merivên li wê derê bibîne."
Aygun got ku ew ê alîkariyên xwe yên ji bo Sûriyeyê bênavber bidomînin.
Tirên ku amûrên alîkariyê tê da bûn paşê ji Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê ya li Reyhanliyê ra derbasî Sûriyeyê bûn.