03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku cezayê îdamê ku li Îranê ji ber sûcê gendeliyê dabûn Babek Zencaniyê karsaz, hat qebûlkirin.
Gulam Riza Ensariyê Alîkarê Serokê Dadgeha Bilind daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Mîzanê û destnîşan kir ku Dadgeha Bilind biryara îdamê ya der barê Zencanî da qebûl kir.
Ensarî diyar kir ku cezayê îdamê ku di vê dozê da dabûn şirîkên Zencanî hat betalkirin.
Zencanî ji ber sûcê gendelî û sextekariyê ku dewlet bi 2,8 milyar dolar xapandiye di 30yê Kanûna 2013an da hatibû binçavkirin û tevî Mehdî Şem û Hamid Fellah Harewiyê şirîkên xwe di heman dozê da hatibûn darizandin û Dadgehê Şoreşê cezayê îdamê dabûyê.
Hefteya borî di çapemeniya Îranê da nûçe derketibûn ku biryara der barê Zencanî da hatiye betalkirin.