Li gor daxuyaniya Platforma Rabîayê ya Navneteweyî hat destnîşankirin ku li Misrê di 3yê tîrmeha 2013an de li dijî Serokomar Mihemed Mursî û hikûmeta wî ku bi hilbijartineke demokratîk û sivîl bûn desthilatdar derbe hat kirin û gelê Misrê li îradeya xwe xwedî derket û ev rewş protesto kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Qada Rabîatul Adewiye ji bo kesên dijî derbeyê û alîgirên demokrasiyê bû navend û sembol û wiha hat gotin: "Gelê Misrê bi hefteyan li Qada Rabîayê dersa demokrasiyê da dinyayê û li tercihên xwe xwedî derketin û çalakî li dar xistin. Nîşana Rabîayê wek sembola azadî, edalet û demokarsiyê li Qada Rabîayê derket holê û di demeke kurt de li dinyayê belav bû. Nîşana Rabîayê ne tenê li Misrê, li dinyayê bû sembola azadiya mezlûman."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêvebiriya derbeyê di 14ê tebaxa 2013an de li dijî van protestoyên xurt û aştiyane bi çekan midaxele kir û bi sedan kes qetil kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê pêvajoya derbeyê de li Misrê ji 6 hezar kesî zêdetir welatî hatin kuştin, bi hezaran kes birîndar bûn û ji 20 hezarî zêdetir kes jî hatin derdestkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi destê dadgehan der barê bi hezaran kesan de biryara îdamê hat dayîn û hat gotin ku dengê rojnamevan, saziyên civakî, zanîngehan hatin birîn, li xwendekar û wezişvanên ku nîşana Rabîayê kirin ceza hat birîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Platforma Rabîayê ya Navneteweyî ji bo ku li Misrê Qetlîama Rabîayê neyê jibîrkirin û ji bîr neke, piştgiriyê bide tekoşîna demokrasiyê 14ê Tebaxê wek "Roja Rabîayê ya Dinyayê" îlan kir. Em bangî her kesî dikin ku di vê rojê de xwedî li aştî, demokrasî, hiqûq û tekoşîna demokrasiyê ya li Misrê derkevin."
Di daxuyaniyê de bang li saziyên çapemeniyê hat kirin ku der barê Qetlîama Rabîayê de bernameyan çêkin û nivîskar û rojnamevan vê bûyerê bînin rojevê û nivîs û nûçeyan binivîsin û wiha hat gotin: "Ji bîr nekin di 14ê tebaxê de li Qada Rabîayê ne tenê li dijî gelê Misrê, gule berdan wicdana mirovahiyê. Ne tenê hikûmeta Misrê, nirxên navneteweyî yên mirovahiyê derbe xwarin. Ne tenê ya Misrê xewna demokrasiyê ya hemû gelên herêmê di binê tankan de hat pelçiqandin."