QUDIS
Bi navçitiya Misrê du roj berê agirbest hatibû îlankirin û sibê dema wê diqede, lê belê Misrê ji Îsraîlê xwest ku agirbest bê şert û merc 72 saetan dîsa bê direjkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îsraîlê Yîgal Palmor daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Îsraîlê teklîfa Misrê ya 72 saetan dirêjkirina agirbestê bê şert û merc qebûl kir. Ez nizanim ku di vê mijarê de Hamas çi difikire. Ez nikarim der barê lihevrûniştinên ku bi Hamasê re tên kirin de eşkere biaxivim. Niha muzakereyek tê kirin."
Agirbesta ku bi navçitiya Misrê hatibû îlankirin sibê şeveqê di saet 08.00an de diqediya.