Nûnerê Daîmiyê NYyê yê Iraqê Mihemed Elî El-Hakim ji Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mûn re name şand. Di nameyê de wiha hat gotin: "Di 11yê hezîranê de tesîsa Mûthannayê û çekên ku tê de ne ji aliyê "komên terorîst" ve hat bidestxistin."
Di nameyê de hat diyarkirin, ji ber ku li welêt rewş nebaş e Iraq niha nikare wan çekên kîmyewî îmha bike.
Hat ragihandin, di tesîsên ji dema Saddam Huseyîn mane de gelek çekên kîmyewî hene.
DÎŞIya ku Mûsil û derdora wê di demeke kurt de girt bin kontrola xwe di 29ê hezîranê de diyar kir ku wan li Iraqê dewleta xîlafetê ava kiriye.