Balafira ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê ber bi Tirkiyeyê ve hereket kir, 185 welatiyên Tirkiyeyê û 45 kesên ji welatên din ên ku alîkarî xwestibûn anî Tirkiyeyê. Balafir di saet 18.00an de, gihişt Balafirgeha Atatirkê.
Ji welatiyên Tirk ên ku hatin tehliyekirin Mehmet Fatîh Guvercîn daxuyanî da rojnamgeran û got ku ew 4 sal e ku li Yemenê dijî. Guvercîn got ku piştî kombûna gelek pirsgirêkên ku nedihatin çareserkirin, van bûyeran rû da û wiha dewam kir: "Bi taybetî em ji Serokomar Erdogan û Balyozê me Fazli Çorman re sipas dikin."
-"Em li wir dernediketin derve"
Ahmet Karagozê ku li Yemenê di dibistanekê de mamostetî dikir got ku 9 rojan bê navber herêm hat bombekirin.
Karagoz got ku roja ewil bombeyek ket ber dibistana ku lê mamostetî dikir û wiha axivî: "Bi şev em ji nişka ve şiyar bûn. Pace hejiyan û derî vebûn. Piştre 4 saet û nîv, bê navber bombe barandin."
Di vê navberê de nûçegihanê Anadolu Agencyê yêYemenê Sînan Yîter jî di nav welatiyên ku hatin tehliyekirin de bû.
Duh jî li Adena Yêmenê 55 welatiyên Tirkiyeyê hatibûn tehliyekirin û bi teyarê hatibûn Stenbolê.