Türkan Tosun
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
TOKYO/SEUL
Li Japonyayê hewaya germ a ku ji serê mehê vir va tesîra wê zêde ye û bi dehan kes ji ber wê mirin, dewam dike.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Japonyayê Kyodoyê li bajarê Kugayamayayê ya bakurê Tokyoyê germahiya hewayê 41,1 pile hat pîvan û ev di dîroka welêt de wek germahiya herî zêde hat qeydkirin.
Germahî li bajarê Nagoyayê gihîşte 39 pileyê, li Tokyoyê jî bû 37 pile.
Di dawiya hefteyê li Japonyayê ji ber germê 11 kes mirîbûn.
Roja şemiyê li paytext Tokyoyê ambulansan di nav rojekî da 3 hezar û 99 sefer kiribûn ku ev di dîroka welêt de bû rekorek.
Ji serê tîrmehê vir va ji ber germê herî kêm 25 miribûn.
Di vê navberê da li Koreya Başûr jî germahî zêde bû.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Koreya Başûr Yonhapê li bajarê Gangneungê bi roj germahî herî kêm 31 pile hat pîvan.
Hat gotin ev pile asta herî zêde ye.
Li paytext Seulê jî bi roj germahiya herî kêm wek 29 pile hat pîvan.