14 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
QAHIRE
Di çarçoveya biryara Koma Piştevaniya Sûriyeyê ya ku di civîna Munîha bajarê Almanyayê hat dayîn da, ji bo gihandina alîkariyê ji deverên Sûrîyeyê yên di bin ablûqeyê da û ji bo rawestandina êrîşan 2 kom hatin pêkanîn.
Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji bo gihandina alîkariya mirovî ji Sûriyeyê ra bê astengî derkevin pêşberî wê û ji bo rawestandina êrîşên li welêt, 2 kom hatin pêkanîn û wê di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) da bixebitin.
Di daxuyaniyê da pesnê hewlên Koma Piştevaniya Sûriyeyê yên der barê "gihandina alîkariyên mirovî ji deverên di bin ablûqeyê da, rawestandina erîşan di nava heftiyekê da, ji bo demildest destpêkirina muzakereyan di bin çavdêriya NYda pêwîst e gav bê avêtin" hatin dayin.