26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
GAZÎANTEP/HELEB
Cerablûs di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da ji rêxistinên terorê hat paqijkirin û hizûr û ewlehî lê hat tesîskirin. Konbajara ku li Cerablusê hat danîn, bû stargeha hezar û 200 helebiyên ku ji ablûkayê filitîn.
Di çarçoveya operasyona ku Hêzên Wezîfedar ên Taybet ên Hevpar ên Hêzên Çekdar ên Tirk û Hêzên Esmanî yên Koalîsyonê li bakurê Sûriyeyê dike da Cerablus piştî ku ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqijkirin, bû cihê mezlûman.
Beriya operasyonê nifûsa Cerablusê daketibû 3 hezar û 500î, lê piştî ku hat rizgarkirin û ji Tirkiyeyê û herêmên Sûriyeyê veger çêbû, nifûsa wê ji 30 hezarî derbastir kir.

Mazlûmên ku tên Cerablusê li înşeat û konên ku bi derfeta xwe vegirtine digel alîkariya Tirkiyeyê hewl didin ku li ser piyan bimînin. Xelkê Cerablusê herî dawî deriyê xwe ji xelkê Heleba ku ji abloqeyê filitî ra vekir.
Meclisa Cerablusê digel alîkariyên ku ji Tirkiyeyê yên li yarîgeha berê konbajarek saz kir û deriyê xwe ji mêvanan ra vekir. Helebiyên ku di navê da jin, zarok, kal û pîr hene li konbajar stirîn û herwiha xweşbext in ku li vir aram û di destê ewledar da ne
Midûrê konbajar Îbrahîm Hedad di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku konbajar bi alîkariya Tirkiyeyê va hat sazkirin û lê 18 hangar kon hene.
Hedad bal kişand ku di konan da hezar û 200 star dibin û wiha axivî, "Vir bû stara xelkê mazlûm. Me li vir bêtir kesên ku ji navenda Helebê hatin hewandin. Vêga hin pêdawistiyên me yên wekî nivîn û sobe hene. Lêbelê înşela emê di kurtedemekê da wê jî bîter kin."
Hedad diyar kir xelkê Helebê yên mêvan bûn bi travmayên mezin vegeriyan Cerablusê û got em ê ji ji çareserkirina pirsgirêkên wan di pêşerojê da jî bixebitin.
Hedad destnîşan kir ji ber kêmasiya kon, nivîn û melzemeyên zivistanê em ji Tirkiyeyê alîkarî dixwazin.

- "Xwedê ji Tirkiyeyê razî be"
Mistefa Ehmedê li konbajar dimîne diyar kir di dorpêçê da 2 zarokên wî mirine.
Ehmed diyar kir digel kêmasiyan xwe di ewlehiyê da hîs dikin û wiha got: "Ji bo Cerablus bikeve vê rewşê alîkariya Tirkiyeyê zehf çêbû. Xwedê ji Tirkiyeyê razî be."