14 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku "Rewşeke ku em prensîbên angajmanê tetbîq bikin derket holê... Me îro di çarçoveya prensîbên angajmanê de miqabeleyî hêzên ku li Azez û dora wê dibin tehdît kirin."
Serokwezîr Davutoglu li Erzincanê der barê rojevê de daxuyanî dan û diyar kir ku li gor prensîbên angajmanê miqabeleyî hêzên ku li Azez û hawirdora wê tehdît in, kirin û wiha axivî:
"Duh û îro heman hêzên hevkar, ev rêxistina terorê ya ku şaxa rejima Sûriyeyê ye, ev rêxistina terorê ya ku bi destê Rûsyayê bombebarankirina gelê sivîl êrîşî Azezê kir. Helwesta me ya di vê mijarê de eşkere ye. Di dema van êrîşan de hin tacîzên ser sînorên me jî çêbûn. Rewşeke ku em prensîbên angajmanê tetbîq bikin derket holê... Me îro di çarçoveya prensîbên angajmanê de miqabeleyî hêzên ku li Azez û dora wê dibin tehdît kirin."
- "Ji bo Tirkiyeyê ji ber ku YPG û PYD şaxa PKKyê ne, tehdîteke eşkere ne"
Davutoglu diyar kir ku bi Joe Bîdenê Arîkarê Serokê DYAyê re hevdîtinek kirin û wiha axivî: "Min jê re jî ev mijar bi awayekî eşkere gotin. Min mijarên ku me di dema ziyareta Stenbolê de li serê li hev kir bi bîr xist, ji bo Tirkiyeyê YPG û PYD wekî şaxên PKKyê ne û tehdîdekî eşkere û diyar a ser me ye. Em dijî vê her cure bergiriyê digirin."
Serokwezîr Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"YPG dê demildest ji Azez û hawirdora wê der bikeve. Dê nêzî Azezê jî nebe. Dê car din xebatên şikandina korîdorê neke. Dê car din nekevin arezûya dijî Tirkiyeyê an jî dijî mixalefetê bikaranîna Balafirgeha Mînnakê. Dê vê balafirgehê jî vala bike. Min evna ji Birêz Bîden ra gotin."