Hilbijartinên li Herêma Kurdistanê dê 21ê îlonê, roja şemiyê li bajarên wek Erbîl, Silêmanî û Dihokê bên kirin. Beşa Nûçeyên Kurdî ya AAyê hilbijartinên ku dê 2 milyon û 803 hezar hilbijêr deng bidin, dê ji nêz ve bişopîne û encaman gav bi gav pêşkeşî aboneyên xwe bike.
Nûçeyên der barê hilbijartinan de dê li Ankarayê bi zaravaya kurmancî, li Hewlêrê jî bi zaravaya soranî, bi wêne û dîmenan bidin weşanê. Bi saya tîmên li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê der barê helwesta hilbijêran de dê nûçeyên bi hûrgilî bide aboneyên xwe. Nûçeyan ji bilî tirkî dê bi erebî, boşnakî, rûsî û ingîlîzî jî ragihînin saziyên çapemeniyê.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), partiya muxalefeta sereke Goran, partiyên îslamî Komela û Yekgirtû di serî de, gelek partî beşdarî hilbijartinên li Herêma Kurdistanê dibin. Di parlementoya ji 111 parlementeran pêk tê de, 5 perlementerên tirkmen û xirîstiyanan hene, parlementerek jî ya ermeniyan e.
Hêzên ewlehiyê û xebatkarên tenduristiyê duh rayên xwe dan. Hilbijartin sibê dê di saet 07.00ê de dest pê bike, dê di saet 17.00ê de jî bi dawî bibe.