Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtry Medwedev li Moskovayê, di Salona Serokwezirtiyê de Heyeta Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ya Asya-Pasîfîkê (OANA) ya di bin serokatiya Serokê Lijneya Birêverina AAyê Kemal Ozturk de qebûl kir.
Medwedev li vê derê axivî û piştî axaftina xwe bersiva pirsên rojnamevanan da. Ji Medwedev hat pirsîn "Gelo hûnê baweriya xwe bi lîsteya çekên kîmyewî ya ku dê Serokê Dewleta Sûriyê Beşşar Esed bide, bînin?" Medvedev wiha bersiv da: "Rêveberiya Sûriyê û Dewletên alîgirên peymanê ji bo rastiya lîsteya çekên kîmyewî divê civaka nevneteweyî qaîl bikin. Ji bo vê jî çi hewceye divê bikin. Bi min bilî vê jî rêyeke din tuneye."
Medvedev diyar kir ku lazim e gelê Sûriyê pirsgireka di navbera xwe de çareser bike û wiha dewam kir: "Heta ku destûra Neteweyên Yekbûyî nebe tu mudaxaleyek nayê qebûlkirin. Em vê wek sucekî dibînin. Rewşa Sûriyê niha di halekî gelek xirab de ye û divê vê pirsgirekê jî gel bixwe çareser bike. Dewletên derve bi tenê bila ji bo guftûgoyên navneteweyî alî Sûriyê bikin."
-Ozturk: "Em dixwazin nûçeyên aştiyê çêkin"
Midurê Giştî û Serokê Rêveberiya AAyê Kemal Ozturk jî axivî. Ozturk axaftina xwe wek Serokê OANAyê kir û wiha got: "Daxwaza me ew e ku em ji welatên cuda nûçeyên xweş çêkin. Em dixwazin nûçeyên aştiyê çêkin. Dilxweziya me ew e ku demên dilxweş û kêfxeşiya mirovan bibin nûçe."
Ozturk bal kişand ser karê nûçegîhaniyê û zêhmetiyên wê û wiha pê de çû: "Em di nav şert û mercên dijwar de, li heremên ku şer diqewimin nûçeyan dinivîsînin. Nûçegîhan di nav van zehmetî û tengasiyan de vî karî dikin. Bi Taybetî jî li Rojhilata Navîn, Sûriye, Misrê gelek hevalên me yên rojnamevan mirin. Em bawer dikin ku Rûsyaya ku ji welatên herî bihêz yên Dinyayê yek e, ji bo ku vê xwînê bide sekinandin û aştiya gelan pêk bîne di NYyê de çi ji dest bê dê bike."
Piştî hevditînê şandeya OANAyê û Medwedev wêne kişandin.
Piştî hevdîtinan Kemal Oztûrk û heyeta pê re, bûn mêvanê Balyozê Tirkiyê yê Moskovayê Aydin Sezgîn.