ANKARA
Ajansa Anadoluyê li ser îhtimala ku dê li Sûriyê mudaxaleya leşkerî bê kirin, ji bo rûdanên dawîn demildest bigihîne aboneyên xwe hemû amadehiyên xwe qedand.
AA, li ser îhtimala mudaxaleyekê ji bo ku ji herêmê nûçe, dîmen û wêneyên rast, bêalî û bi lez ji aboneyên xwe re bişîne dê hemû derfetên teknîkî bi kar bîne.
Rûdanên ji hundir û derveyê Sûriyê, ji ofîsên li herêmê bi hewl û xebatên nûçegîhanên li wê derê ve dê ji aboneyan re bên şandin. Bi vê armancê ekîbên ku li cihên girîng ên weke Şam, Îdlîb û Heleb û Hatay, Kilîs û Şanliûrfayê bi cih bûne dê rûdanan gav bi gav parve bikin.
Ji bilî vê li welatên weke Îraq, Urdun, Lubnan û Îsraîlê ku li herêmê ne bi navbendiya ofîsên ku li paytextên weke Washington, Parîs, London û Berlînê ne dê him bertekên herêmê û him jî bertekên navneteweyî bigihîne aboneyên xwe.
Xebatkarên AAyê dê li Ankara, Îstanbûl, Qahîre, Saraybosna, Bakû û Erbîlê, li gel tirkî, bi erebî, îngilizî, boşnakî, rûsî û kurdî nûçeyên xwe ragihînin.