Enes Canlı,Gülşen Topçu
08 Tebax 2022•Rojanekirin: 09 Tebax 2022
Agirbesta bi navbeynkariya Misrê ku di navbera Îsraîlê û Tevgera Cîhada Îslamî ya li Xezeyê da pêk hat di saet 23.30yî da ket rewacê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgerê da rewşa Xelîl Ewawdeyê di girtîgeha Îsraîlê da di greva birçîbûnê da ye û rêveberê Cîhada Îslamî Bessam Seadiyê hatibû binçavkirin hat bibîrxistin û daxuyanî wiha dewak kir: "Li ser soza wê yekê biryara agirbestê hatiye dayin ku dê ji bo serbestberdana Xelîl Ewawdeyê ku di girtîgeha Îsraîlê de di greva birçîbûnê de ye û rêveberê Cîhada Îslamî Bessam Seadiyê ku duşembê hatibû binçavkirin, wê xebat bên destpêkirin. Em radigihînin ku agirbestê îşev saet 23.30î destpê kir."
Serokatiya Dîplomasiya Kamuya Neteweyî ya Îsraîlê jî daxuyaniyeke nivîskî weşandibû ragihandibû ku agirbest wê di saeta 23.30yî da têkeve rewacê.
Herdu aliyan jî di daxuyaniyên weşandin da destnîşan kirin li hember êrîşekê mafê wan ê bersivdayînê parastî ye.