16 Adar 2016•Rojanekirin: 17 Adar 2016
ÎSTANBUL
Chrîstopher Stephensonê ku li zanîngehekî taybet hîndekar e û ji bo piştgirîdayina endamên "Înîsiyatîfa Akademîsyenên ji bo Aştiyê" hat ber derê Qesra Edaletê ya Stanbolê û bi îdiaya ku propagandaya PKKya rêxistina terorê dike hatibû binçavkirin, li ser daxwaza dozgeriyê hat dersînorkirin.
Piştî miameleyên li Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê Stephenson anîn Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê. Stephenson de li Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya ku der heqê wî de lêpirsîn da destpêkirin, îfade da. Li ser daxwaza dersînorkirinê ya dozgerê komarê Stephenson birin Navenda Paşveşandinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr a li Kumkapiyê.
Piştî miameleyên li vir Chrîstopher Stenphenson ligel polêsan anîn Balefirgeha Ataturkê û ew siwarê balafira bi tarîfe ya ku diçû Londona paytextê Îngilistanê kirin. Hat hînbûn ku xanim û keça Stephenson jî bi heman balafirê çûn Londonê.
Di vê navberê de hin xizmên wî jî ji bo ku Stephenson bi rê bikin hatin balafirgehê.
Chrîstopher Stephensonê welatiyê Îngilistanê yê ku li zanîngehekî taybet ê li Stenbolê hîndekar e duh ji bo ku piştgirî bide 3 akademîsyemên ku di çarçoveya der heqê endamên "Înîsiyatîfa Akademîsyenên ji bo Aştiyê" yên ku hatibûn binçavkirin hatibû Qesra Edaletê ya Stenbolê û danezan belav kiribû û bi îdiaya ku propagandaya PKKya rêxistina terorê dike hatibû binçavkirin.