25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
QUDIS
Hat ragihandin polêsê Îsraîlê ji bo ku ji 3 welatiyên tirk ên ku roja înê li Qudsê hatibûn binçavkirin û ji aliyê dadgehê va duhê bi kefaletê hatibûn berdan 2an dersînor bike, îro careke din ew binçav kirin.
Bîlal Kizilirmakê kekê Abdullah Kizilirmakê ku binçavkirî ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku polêsê Îsraîlê duh êvarê cardin li wan geriya û xwest ku birayê wî ligel hevalê xwe Mehmet Gargili careke din biçin qereqolê.
Kizilirmak diyar kir ku ew çûn navenda polêsan a li Bajarê Kevn ê Qudsa Rojhilat û birayê wî ligel hevalê xwe Gargili li wir wan, ew jî vegeriyan.
Kizilirmak got ku piştî çend saetan birayê wî û hevalê xwe venegeriyan otêlê û li ser vê yekê ew jî li parêzer Umeyr Ehmed Merîd geriya û wiha dewam kir:
"Parêzerê me destnîşan kir kur birayê min Abdullah û hevalê wî Mehmet Gargili ji bo ku bên dersînorkirin, careke din hatine binçavkirin û paşê jî bo bajarê Remle yê nêzîkî Tel Avîvê hatine veguhastin ku li vir radestî polêsê koçberan kirine. Parêzer Merîd diyar kir digel ku biryareke wiha ya dadgehê tuneye, lê polês bi temamî bi serê xwe ev biryar wergirtiye."
Kizilirmak bal kişand ku ew pê nizanin bê ka bira û hevalê wî wê çima û kengê bên dersînorkirin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê li Tel Avîvê û Konsolosxaneya Tirkiyeyê li Qudsê jî mijarê dişopînin.
- Dema diçûn Mescida Eqsayê hatibûn binçavkirin
3 welatiyên tirk Abdullah Kizilirmak, Mehmet Gargili û Adem Koç roja înê li Bajarê Kevn ê Qudsa Rojhilat bi destê polêsê Îsraîlê hatibûn binçavkirin û ji aliyê dadgehê va duhê bi kefaletê hatibûn berdan.