Türkan Tosun
04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
WASHINGTON
Dadger Edward Chenê yek ji dadgerê Herêma Federal a eyaleta Calîforniayê ye biryara rêvebiriya Amerîkayê ya ku "Statuya Parastina Berwext" a ji bo penaberên Haîtî, El Salvador, Nîkaragua û Sûdanê betal dike ji bo demeke berwext da rawestandin.
Chen got divê pêvajoya darazê dewam bike û anî ziman rêvebiriya Amerîkayê li hember van welatan cudakariyê dike.
Chen daxuyand wî biryara rê li ber dersînorkirina 240 hezar penaberan vedike, ji ber sedemên cudakariyê daye rawestandin.
Amerîka ji bilî van welatan Sûriye, Nepal, Yêmen, Honduras, Somalî, Sûdana Başûr jî di nav da ji welatiyên 10 welatan ra "Statuya Parastina Berwext" dide.
Ji van welatan 330 hezar kes bi saya vê statûyê li Amerîkayê dijîn û dixebitin.
Heke rêvebiriya Trump der barê van 4 welatan da biryarê bike rewacê, 240 hezar penaber wê ji Amerîkayê bên dersînorkirin.