BEXDA
Serokê bloka El- Îraqiye Îyad Allavî bangî serokwezîrê Îraqê Nûrî el-Malikî kir û daxwaza îstîfakirinê jê kir.
Allavî daxuyaniyeke nivîskî da û eşkere kir hikûmeta Îraqê pêşî li hemû hewildanên ji bo ku siyaset di bin çarçoveya lihevhatina neteweyî û makezagonê de bimeşe, girtiye û ji ber vê jî li welêt siyaset ketiye tengasiyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku terorîstên bi El-Qaîdeyê re têkildar ji girtîgehan firar dikin û ji ber kêmasiya ewlehiyê ya ku roj bi roj zêdetir dibe, gelê Îraqê her meh ji 1000î zêde şehîd dide. Em ji bo xebatên hilbijartinên zelal yên ku rê li ber avakirina hikûmeteke hilbijartî ya ku li welat aştî, ewlehî û îstiqrarê dê ava bike û girêdayê destûrê be, bangî parlementoyê û ji bo ku demildest îstîfa bike jî bangî Malikî dikin.
Serokê tevgera Sadr ya li Îraqê Mukteda es-Sadr jî duh bi hinceta ku ewlehiya welat pêk nayînin, ji bo daxistina hikûmeta Serokwezîr Nûrî el- Malikî bang kir.