WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama, Dukê Cambridgê William û hevjîna wî Kateyê ji bo dergûşa wan a ku nû çêbû û dê bibe mîratgirê duyem ê Îngilistanê pîroz kirin.
Malbata Obama di daxuyaniya xwe ya niviskî de wiha got: ''Ez û Michell ji bo malbata Dukê Cambridgê ku nû bûn xwedî zarok pir kêfxweş bûn û wan ji bo vê yekê pîroz dikin. Em dixwazin ku ew jî ji qencî, xweşî û bextawariya dê û bavbûnê sûd wergirin.''
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bebik di demeke xweş de ji dayik bû û gelê Amerîkayê jidayikbûna Prensê ciwan pîroz dike.