Nihat Kavşut
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
BERLÎN
Hat ragihandin Almanyayê biryar da leşkerên xwe yên li Baregeha Încirlikê paşva bikşîne.
Lijneya Wezîran di serokatiya Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê da ji bo rewşa leşkerên li Baregeha Încirlikê civiya.
Ursula von der Leyena Wezîra Parastinê piştî civînê daxuyanî da û destnîşan kir Lijneya Wezîran a Almanyayê biryar daye leşkerên xwe yên li Baregeha Încirlikê paşva bikşîne.
Von der Leyenê diyar kir yekîneyên Almanyayê yên ji balafirên sotemeniyê û keşfê û qederê 260 leşkerên Almanyayê pêk tên û di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞê da li baregehê bûn wê li Urdinê bên bicîkirin.
Ursula von der Leyenê diyar kir yekîneyên Almanyayê wê li Baregeha Esmanî ya El Ezraq a Urdinê bên bicîkirin.
Von der Leyenê destnîşan kir ji ber barkirinê ji bo telafîkirina kêmasiyên bona têkoşîna dijî DEAŞê wê bi hêzên koalîsyonê û DYAyê ra biaxivin û got ez ê encama barkirinê hefteya bê pêşkêşî Lijneya Wezîran û parlementoyê bikim.
Piştî Tirkiyeyê destûr nedabû parlementerên Almanyayê li Încirlikê herin serdana leşkerên Almanyayê mijara vekişandina leşkeran hatibû rojevê.