Hat ragihandin ku hêzên koalîsyona ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike, bi botên behrê 30 leşker şandin Adena bajarê Yemenê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, hêzên koalîsyonê, 30 leşkerî ji bo herêma Haysaya ser Bûraykaya navçeya Adenê kifş bikin, şandin herêmê.
Li Yemenê piştî bangewaziya ji bo midaxaleyê ya Rêvebiriya Hadî, di serkêşiya Erebistana Siûdî de koalîsyonek hatibû avakirin. Herwiha di 26ê adarê de diyar kiribû ku "operasyona biryardariyê" ya ku dabûn destpêkirin bi dawî bû.Tuggeneral Ahmed el-Asîrîyê berdevkê hêzên koalîsyonê jî diyar kiribû ku qisma ewil a operasyonê temam bû û dê ji vir pê de ji bo gelê Yemenê operasyona hêvîdariyê dest pê bike.