LEÎPZÎG
Hat ragihandin ku Almanyayê destbi şandina çekên ku ji bo têkoşîna li dijî rêxistina DÎŞIyê ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re bişanda kir.
Balafira Fermandariya Hêzên Hewayê ya Holandayê ya ku xirap bibû li Balafirgeha Leîpzîgê hat temîrkirin û bi şev di saet 03.00ê Tirkiyeyê de firî. Balafir dakete balafirgeheke li Qibrisa Başûr a Herêma Ruman. Li vê derê çek û cebilxane li balafira Fermandariya Hêzên Hewayê ya Îngiltereyê kirin. Hat ragihandin ku ewê çek û cebilxaneyan ji vê derê bibin Bexdayê û ji wir jî bibin Hewlêrê.
Sewqiyata çekan îro dest pê kir û wer pîlan dikin ku di hefteyekî de temam be. Almanyayê di sewqiyata ewil de pîlan dike ku 4 hezar tivingên G3, 4 hezar tebançeya P1, 20 tankşikênên mîlan, 120 bazuqa, 120 tivingên MG3yên bi makîne. 50 şeşagirên sinyalê, 5 hezar bombeyên desta, 15 pêjgehên portatîf, 75 kon, 170 amûrên alîkariya tendirustyê yên şexsî bişîne.
Almanyayê di serê vê mehê de 9 hezar û 500 parçe amûrên leşkeriyê yên ku di nav wan de êlegên parastinê, kask, dedektorên mayîn dîtinê, berçevkên şevê û têlefonên bêtêl hebûn ji HKIyê re şandibû. Almanyayê biryara alîkariya HKIyê di 31ê tîrmehê de dabû.
Hat ragihandin ku 2 roj berê 30 pêşmerge hatin Almayayê. Ji wan kesan 20 pêşmergeyê perwerdeya tankşikênên mîlan, 10 pêşmergeyê jî perwerdeya aşxaneyên portatîf bibînin.